Brîtanya 250 leşkerî rêdike Iraqê

Hejmara leşker û şêwirmendên Brîtanya li Iraqê bûn hezar û1 00 leşkerî.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta berevaniya Brîtanyayê radigehand, bi armanca pitevanî û alîkirina Pêşmerge di şerê wê yê li dijî DAIŞê dê 250 leşkerên din bişîne Iraqê.

Derbarê vê yekê rojnameya Intibintid di hejmara xwe ya îro de tekez kir ku, Wezareta Brîtanyayê dê bi buhayê 12e milyon cinêh çek û teqemenî bo hêzên pêşmere bişîne.

Li gor zanyariyên rojnameya ji bilî çek û teqemeniya Brîtanya bi armanca alîkarî û piştevaniya pêşmerge di şerê wan yê li dijî DAIŞê dê 250 leşkerên xwe jî bişîne Iraqê.

Di destpêka êrîşa DAIŞê de, Brîtanyayê bi balefirên şer û birêkirina şêwirmendên leşkerî ve alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê kir û naha birêkirina 250 leşkerên din ve, hejmara leşker û şêwirmendên xwe yên leşkerî bilind kir ku, bibe hezar û 100 leşkerî.