Aliyên Siyasî li Herêma Kurdistanê bersiva Îranê didin
K24-Navenda Nûçeyan
Hêz û aliyên Siyasî yên Herêma Kurdistanê bersiva Îranê didin û dibêjin ku, divê welatên hevsînoe ligel Herêma Kurdistanê rêzgirtinê ji serweriya Kurdan û Herêma Kurdistanê re bigrin.
Herwiha aliyên Siyasî yên li Herêma Kurdistanê diyarkirin ku, pêwîste di vê rewşa niha de Kurd yekdeng û yek helwest bin û êrîşên rayedarên Îranî bi cidî werbigrin.
Aliyên Siyasî yên Herêma Kurdistanê da zanîn ku, divê bi yasayên Navdewletî bersiva Îranê derbarê êrîşa rayedarên wê li ser Herêma Kurdistanê were dan.