Barzanî: “Berjewendiyên netewî û Niştimanî bixine pêş berjewendiyên din”

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bi boneya cejna Remezanê peyamek pîrozbahiyê belav kir û ragihand ku, cejna Remezanê bibe sedemek bo bihêzkirina giyana birayetî, hevkarîkirin bi hev re û pêngav avêtin bo bidestxistina destkeftên zêdetir.

K24 – Hewlêr

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bi boneya cejna Remezanê peyamek pîrozbahiyê belav kir û ragihand ku, cejna Remezanê bibe sedemek bo bihêzkirina giyana birayetî, hevkarîkirin bi hev re û pêngav avêtin bo bidestxistina destkeftên zêdetir.   

Bi boneya cejna Remezanê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê pîrozbahiya kesûkarên serfiraz yên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, karmendên Encûmena Asayişa Kurdistanê, dezgehên asayîş, polîs û tevahiya misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.

Di peyama Barzanî de hat jî: “Daxwaz ji xwedê mezin dikim ku, Rojî û îbadetên tevahiya misiliman di meha pîroz ya Remezanê de qebûl bike û canê tevahiya ew qehremanên biparêze ku di sengerên parastina Kurdistanê de ne û şehîdên me bi bihuşta xwe şad bike û ewên birîndar jî şefa bide.”

Di peyama Barzanî de hat ku, cejna Remezanê bibe sedemek bo bihêzkirina giyana birayetî, hevkarîkirin bi hev re û pêngav avêtin bo bidestxistina destkeftên zêdetir, bi taybetî di vê demê de ku rewş û pêşhatên deverê ji me dixwazin ku berejwendiyên netewî û nîştimanî bixin ser tevahiya berejwendiyên din, daku em hemû bi hevre jiyaneke baştir bo tevahiya welatiyên Kurdistanê dabîn bikin û gelê Kurd bigehêje vê astê ku dibaya beriya sed salan pê gehêştiba.

Herwiha Barzanî hêvî kir ku, cejna Remezanê bibe sedema xêr û xweşî û dawîhatina tundûtîjî, şer û nexweşiyan li deverê.