Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna Hesekê şermezar dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û amadehiya Herêma Kurdistanê bo her alîkariyekê diyar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û amadehiya Herêma Kurdistanê bo her alîkariyekê diyar kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku, di encama teqîneke xwekujî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê de 22 xelkên sivîl canê xwe jidest dan û bêhtir ji 31 kesên din jî birîndar bûne, ji bilî ku ev êrîşa ne mirovane bi tundî şermezar kir, serxweşiya li malbatên şehîdan kir û hêviya saxî bo birîndar xwast.

Di daxuyaniyê de hat jî, “Ji xûşk û birayên yên Rojavayê Kurdistanê û Hesekê radigihînin ku, navendên tendurist û aliyên pêwendîdar yên Herêma Kurdistanê bi karînan amade ne bo pêşwaziya birîndaran û alîkariya qurbaniyên wê teqînê bikin.”

Duh dora demjimêr 20:00 li taxa Salhiyê li pêş nanpêja alî, teqînek rû da û tê de 22 kesên sivîl canê xwe jidest dane û bêhtir ji 30 kesên din jî birîndar bûn.