Li Şemzînanê Artêşa Tirkiyê û PKKê bi çekên giran şer kirin

Balifirên şer yên Tirkiyê jî herêmên Avaşîn û Basyayê bombebaran dikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bejahiya navçeyên Şemzînan û Gever yên Colemêrgê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û gerîlayên PKK'ê de pevçûnên dijwar rû didin. Herêm ji hêla balefiren Tirk ve tên bombebarankirin.

Li gorî agahiyan, gerîlayên PKK'ê demjimêr 4'ê sibê, bi çekên giran, êriş li baregehên Artêşa Tirk yên li nêzîkî sînorê başûrê Kurdistanê, Xapûşkê, Oremar, Zerdeşt, Grana, Mêrê û çend deverên din kirin.

Hêzên ewlekariya Tirk bersiva êrişan da û li herêmê pevçûnên dijwar rû didin.

Balifirên şer yên Tirkiyê jî herêmên Avaşîn û Basyayê bombebaran dikin.

Hêzên Parastina Gel (HPG) derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedan.