Îraq gundekê azad dike li Bakur a Geyare

Wezîrê Bergirî yê Iraqê eşkere dike: hêzên Iraqî karîne gûndekî din li Bakurê Geyare kontrol bikin û operasyona li dijî çekdarên DAIŞê jî, ber bi Musulê ve, di pêşveçûnan de ye.

K24- Hewlêr

Wezîrê Bergirî yê Iraqê eşkere dike:  hêzên Iraqî karîne gûndekî din li Bakurê Geyare kontrol bikin û operasyona li dijî çekdarên DAIŞê jî, ber bi Musulê ve, di pêşveçûnan de ye.

Xalid Ubêdî, Wezîrê Bergirî yê Iraqê eşkere dike ku pêşveçûnên hêzên Iraqî ber bi bajarê Musulê berdewam dikin û gûndê Ehcele li Bakurê Geyare hatiye azadkirin. Herweha ev hêz  gihaiştine derdora rûbarên vê navçeyê û tevlî hêzên operasyona azadkirina Musulê li navçeya Mexmûrê bûn e. Ew hêz ji meha Adar a borî ve li Mexmûr,  li Rojavayê rûbarê Dîcle dest bi operasyona xwe kiribû.