Li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê operasyona li dijî DAÎŞê hat kirin

Diyarbekir (K24) - Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku ji aliyê gerînendehiyên 7 bajaran ve li 2 bajaran di operasyona "Bozdogan-35" a ku li dijî DAÎŞê hat kirin de 30 gomanbar hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn; li Stenbol, Edene, Enqere, Diyarbekir, Osmaniye, Yozgat û Mersînê ji aliyê Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê ve di bin koordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê û Gerînendehiya Têkoşîna li Dijî Terorê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan de li dijî rêxistina terorî ya DAÎŞê operasyon hatin kirin.

Hat diyarkirin ku li Stenbolê 4 gomanbarên ku di nav DAÎŞê de tevdigerin hatin girtin, li Edeneyê 3 gomanbar, li Enqereyê 3, li Diyarbekirê 2, li Mêrsînê kesek, li Osmaniyeyê kesek û li Yozgatê hatin girtin.

Her wiha hat zanîn ku li Kutahyayê jî gomanbarekî ku hat tesbîtkirin ku berê di nav DAÎŞê da operasyon kiriye û bi endamên rêxistinê re têkilî heye hat girtin.

Piştî operasyonan, Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî peyamek ragihand û got: “Di encama operasyonan de guleyên bê ruxset û gelek belgeyên rêxistinê û alavên dîjîtal hatin bidestxistin. Ez Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, cendirmeyên me yên qehreman û polîsên me yên qehreman ên ku operasyon kirin pîroz dikim. Xweda nehêle kevir li lingên we bikevin. Duayên miletê me bi we re ne.”