Nexweşiya Îdizê li Îranê zêde bûye

Sedema vê rêjeya bilind a nexweşiyê, derziyên medeya huşbir û pêwendiyên sîksî ne.

K24-Navenda Nûçeyan

Cîgirê Wezîrê Tendirûstî yê Îranê Elî Ekber Siyarî ragehand ku, veguheztina nexweşiya Êdizê(AIDS) bi sedma pêwendiyên Sikisî du caran ji berî niha zedetir bûye.

Derbarê vê yekê ajansa Îrna ya Îranî li ser zarê Cîgirê Wezîrê Tendirûstî yê Îranê Elî Ekber Siyarî ragehand ku, di dema deh salên borî de rêjeya veguheztina nexweşiya Îdiz bi sedema pêwendiyên sîksî du caran ji berê zêdetir bûye.

Elî Ekber Siyarî da zanîn ku, berê niha rêjeya nexweşiyê ji sedî 15e bû, lê niha bo 30 ji sedî zêde bûye.

Ji aliyê xwe ve, ajansa Faris a Îranî li ser zarê Rêveberê Karûbarê Îdizê di Wezareta Tendirûstiyê de Ebas Sedaqet aşkere kir ku, hejmara kesên ku, bi nexweşiyê ketine dighin 90 hezar nexweş li Îranê.

Heman berpirsî ji aliyê xwe ve tekez kir ku, sedema vê rêjeya bilind a nexweşiyê, derziyên medeya huşbir û pêwendiyên sîksî ne.