Sedir gefê li leşkerên Amerîk dixwe

Serokê Tevgera Sedir li Iraqê gefê li hêzên Amerîkayê yên ku biryar e bigihin Iraqê û beşdarî şerê rizgarkirina Mûsilê bikin, dixwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Tevgera Sedir li Iraqê gefê li hêzên Amerîkayê yên ku biryar e bigihin Iraqê û beşdarî şerê rizgarkirina Mûsilê bikin, dixwe.

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê Aşton Karter de ya şandina 560  ragihandibû, ewê 560 leşkerên din bişîne Iraqê, da ku hevkariya hêzên Iraqî di operesyona rizgarkirina Mûsilê de bikin. Muqteda Sedir derbarê di nivîsekê de derarê daxuyaniya Karter de gef li wê yekê kir û got: “Ew dibin armancên me”

Ev helwesta Muqteda Sedir piştî wê yekê hat ku, kesekî ji alîgirên wî derbarê daxuyaniya Karter û şandina leşkerên Amerîkî de jê pirs kiribû, Sedir tenê got: “Ew dibin armancên me”, lê ti zanyariyên din neda.

Endamekî Parlementoya Iraqê ji koma Sedir, helwesta Muqteda Sedir zelal kir û got: “Pêwîstiya rizgarkirina Mûsil bi destêwerdana ti aliyekî din tune ye, bi taybet jî hêzên Amerîkî, ji ber ku artêş, polîs û hêzên niştimanî yên Iraqî dikarin bajarê Mûsilê rizgar bikin.”