Li Çoman 3ê geştyaran canê xwe ji dest dan

Dema dixwestin wêneya ji xwe re bigrin li ser berfê şemitîn û canê xwe ji dest dan.

K24-Navenda Nûçeyan

Li gundê Wêze ser bi navçeya Coman sê geşteya dema dixwestin wêneyan ji xwe re li devera geştyarî bikşînin li ser berfê şemtîn û di encam de canî xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bûn.

Li gor peyamnêrê K24ê li nexweşxaneya Soran ragehandî ku, sê geştyar dema dixwestin wêneyan bigrin li ser belekiyên berfê şemitîn û jiyana xwe ji dest dan û keseke din jî birîndar bû.

Li gor peyamnêrê K24ê ew her sê geştyar bi navê Merûf Bekir Xidir 35 sal, Ebdulcebar Mihmed Elî 40 sal û Karwan Umer Mihmed 31 sal ji akinciyên bajarê Hewlêrê bûn canê xwe ji dest dan.

Peyamnêrê K24ê da zanîn ku, heta ku, welatiyan termê wan geştyaran ji nav wê berfê derxist demjmêrekî li ber xwe de.