Tenduristiya Qamişlo: 41 şehîd û 177 birîndar

Rêveberiya Tenduristiya Kantona Cezîrê dibêje, nexweşxaneyên Qamişlo dikarin bi erkên xwe derbarê çareserkirina birîndaran de rabin.
kurdistan24.net

 

K24 – Nvenda Nûçeyan

Rêveberiya Tenduristiya Kantona Cezîrê dibêje, nexweşxaneyên Qamişlo dikarin bi erkên xwe derbarê çareserkirina birîndaran de rabin.

Seroka Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cezîrê Ebîr Hesaf ji K24ê re ragihand ku, 3 meh in hikûmeta Sûriyê nahêle dermanên pêwîst derbasî Qamişlo bibin.

Hesaf amara qurbaniyên teqîna Qamişlo aşkere kir ku, heta niha hejmara qurbaniyan gihêştiye, 41 şehîdan û 177 birîndaran, ku li hemû nexweşxaneyên Qamişlo belavkirî ne. Hesaf amaje bi rola Hêva Sor jî kir, ku alîkariya kesên di bin xaniyên rûxandî de mane, dikin.

Hesaf derbarê amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina birîndaran de got ku, ew spasiya Herêma Kurdistanê li ser gava wan ya bo çareserkirina birîndaran dikin, lê nexweşxaneyên Qamişlo dikarin bi karê xwe rabin û wan birîndaran çareser bikin. Hesaf diyar kir jî, ku ji hefteyekê de derman ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava nebûne.

Derbarê daxuyaniya Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro de, ku 3 ton derman li parêzgeha Dihokê amade ne derbasî Rojava bibin lê li benda destûrê ne, Hesaf got, heger bibe ev mijar wek birayetiyekê ew qebûl dikin, lê heger mijareke siyasî ew qebûl nakin.