Beşar Esed biryara lêborîneke giştî derdixe

Serokê Sûriyê Beşar Esed biryara lêborîneke giştî derdixe, ku hemû kesên ku çek hilgirtiye û xwe radestî rêjîme bike, li xwe digire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê Beşar Esed biryara lêborîneke giştî derdixe, ku hemû kesên ku çek hilgirtiye û xwe radestî rêjîme bike, li xwe digire.

Li gor ajansa “SANA” ya fermî belav kiriye, ku lêborîneke giştî her kesekî ku çek hilgirtiye yan ji ber biryareke dadgehê direve, heger di mawa 3 mehan de xwe radestî rêjîmê bike, lixwe digire. Herwiha hemû tuhmet jê dikevin.

Ev biryara lêborîna giştî ya Serokê Sûriyê di demekê de tê, ku îro Wezareta Derve yê Rûsyayê ragihand ku, Artêş Rûsya û hikûmeta Sûriyê bo derxistina sivîlan ji bajarê Helebê, biryara vekirina 3 karîdorên mirovî û karîdoreke din ji çekdarên ku dixwazin çekên xwe bavêjin û ji Helebê derkevin, dan.

Tê zanîn ku, rêjîma Sûriyê ji 2 hefetayn ve riya Kastêlo ya takane ya çekdarên opozîsyonê li rojhilata bakurê Helebê girtiye, ku bêhtir ji 200 hezar kes di rewşeke mirovî ya xerab de dijîn.