Qamişlo: Derman li nexweşxaneyan belav bû
K24 – Qamişlo
Derman benc û sîrom yên ku piştî rûdana teqîna taxa Xerbî ya Qamişlo ji Başûrê Kurdistanê vê hatebûn şandin, li ser nexwşxaneyên bajarê Qamişlo yên ku pêşwaziya birîndarên teqînê dikin hatin bilav kirin.
Li gor serokatiya Desteya Tenderûstiyê li kantona Cezîrê biryar bû ku ew 3 ton dermanên taybet bi rewşên awarte werbigrin, lê tinê yek ton derman gihêştiyê kargehên wan.
Ji heyama 4 mehan ve arîşeya kêmbûna derman sîrom û bencê li nexwşxaneyên bajarê Qamişlo heye, di teqîna dawî de ya ku di encamê de 52 kes şehîd bûn û bêtirî 177 kesî brîndar bûn, ev yek bi awayekî berçav aşkere bû.
Di derbarê mijara alîkarên saxlemiyê yên ku li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo nexwşxaneyên bajarê Qamişlo hatin şandin, 3 ton derman bûn. Karmendên saxlêmiyê li Qamişlo amaje bi wê yekê dikin ku, kertûnên derman yên ku gihêştine destê wan dê gelek pirsgrêkên tenduristiyê li bajêr çareser bikin.
Ji bilî qutbûna derman û sîromê li bajarên Rojavayê Kûrdistanê nojdarên deverê gazinan ji nebûna alavên pêwist ji bo encamdan neştergeriyan dikin. li gor hin karmendên saxlemiyê çareya herî gûnçav ew e ku, kargehên derman û sîromê li deverê bêne çêkirin . yan jî herî kêm pêdeviyên nojdariyê bi awayekî azad ji dergeha Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.