Yildirim: Heta niha 62 hezar kes ji kar hatine dûrxistin

Herwiha 3ê hezar 499 kes jî ji kar hatine derxistin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim eşekere dike. Di çarçoveya operasyonên li dijî Tevgera Xizmetê de heta niha nêzikê 62 hezar kes ji kar hatine dûrxistin.

Yildirim îşev ji televîzyona CNN a Tirkiyê re axifî û ragihand ku piştî hewla derbeya leşkerî  ya 15ê Tirmehê de di encama operasyonên li dijî Tevgera Xizmetê de 58 hezar û 611 kes ji kar hatine dûrxistin.

Herwiha 3ê hezar 499 kes jî ji kar hatine derxistin.

Di şeva 15ê Tirmeha borî de,  komeka nav hêzên leşkerî yên Tirkiyê de hewl dabûn li dijî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan derbe çêbikin, lê belê ew kudeta bi serneket.