Li Wanê erdhejek bi tundiya 4.1 de rû da

Li bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi tundiya 4.1 de rû da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi tundiya 4.1 de rû da.

Li gor Enstitûya Lêkolîna Erdhêjan a Zanîngeha Bogazîçiyê, îro danê sibê li nav Gola Wanê 5 k.m di bi erdê de erdhejek bi tundiya 4.1 de çê bûye. Herçiqas ti kes nemiribe û birîndar nebûbin jî, erdhêjîn bû sedema tirseke mezin di nav welatiyan de.

Lewra di 23ê Cotmeha sala 2011an de li Wanê erdhejek rû dabû û di encamê de 604 kesan canê xwe ji dest dabûn, 4 hezar û 152 jî kes birîndar bûbûn.