Dr. Naîf Bezwan ji ber daxûyaniyên wî ji kar hate dûrxistin

Pisporê Pêwendiyên Navnetewî Doç. Dr. Naîf Bezwan ji ber daxûyaniyên xwe yên derbarê operasyona Cerbalûsê de ji kar hate dûrxistin.

K24-Hewlêr

Pisporê Pêwendiyên Navnetewî Doç. Dr. Naîf Bezwan ji ber daxûyaniyên xwe yên derbarê operasyona Cerbalûsê de ji kar hate dûrxistin.

Bezwan berî çend rojan derbarê operasyona Cerbalûsê de ji rojnameya Evrenselê re diyar kiribû ko armanca desttêwerdana leşkerî ya Tirkiyeyê têkbirina destkeftiyên kurdan a li rojavayaê Kurdistanê ye. Li ser vê yekê Rêveberiya Zanîngeha Artukluyê bi tohmeta Bezwan piştgiriya PYDyê dike ji kar hate dûrxistin.

Bezwan da zanîn ko biryara zanîbgehê dijî azadiya axaftinê û nasnameya wî ya zanistiyê ye. Ew biryara zanîngehê nasnake û dê hemi rê û rêbazên hikûqî dê bikarbîne.

Dr. Bezwan berî niha ji bo belavoka aşitiyê jî îmze dabû meha Sibatê de jî derbarê wî de lêpirsîn hatibû vekirin.