DAIŞ 5 dîlên Kurd li Reqa dikuje

Li bajarê Reqa ya Sûriyê DAIŞê 15 ji dîlan dikuje ku 5 kes ji nava wan Kurd in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Reqa ya Sûriyê DAIŞê 15 ji dîlan dikuje ku 5 kes ji nava wan Kurd in.  

Di girteyeka nû ya vîdyo de DAIŞê li ser destê hemjarek ji zarokên ku perwerde kirine, nemayşeka kuştina 15 kesan belav kir, li gor ragihandina DAIŞê, ji nava wan 5 kes Kurd in û ji Rojavayê Kurdistanê ne û berî niha hatibûn girtin.

Hat ragihandin ku, ew 5 kesên hatine şehîdkirin 4 ji wan xelkê Kobanê, yek jî xelkê Efrînê ye.

Ji nav zarokên ku kuştinê dikin yek bi navê “Ebû fûad El-Kurdî” ye, ku gûman tê kirin Kurd be.

Bi armanca çandina tirsê, çendîn car DAIŞ dîlên xwe bi awayê şanoyî dikuje û vîdyoyên wan belav dike.