Civata Wezîrên Îraqê biryarekê di derheqa Şingalê de dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Îraqê dicive û hejmareke biryaran dide, yek ji wan biryaran jî girêdayî Şingalê û avedankirina deverên rizgarkirî ye.

Civata Wezîrên Îraqê îro (Sêşem, 07.05.2024) bi serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civîna xwe ya 19ê kir û tê de hejmareke biryaran derxist, yek ji wan biryaran jî girêdayî Şingalê bû.

Di ragehandina Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê de hatiye, “Di çarçoveya çavdêrîkirina rewşa devera Şingalê û avedankirina deverên rizgarkirî de, Civata Wezîran razîbûna xwe li ser edilandina benda 6ê ya biryara hejmar 24043 ya sala 2024ê ya Civata Wezîran diyar kir ji bo ku bi vî rengê li xwarê bê guhertin:

1.    Helweşandina terxankirina wan her du parçeyên erdî yên ku di benda 6ê ya biryara hejmar 24043 ya sala 2024ê ya Civata Wezîran de hatiye ku di para Wezareta Avedankirin û Akincîkirin û Şaredarî û Îşxala Giştî de hatiye behskirin, herwesa vegerandina xwedîtiyê ji bo Birêveberiya Şaredariya Şinglê / Qayimqamiya Neynawayê.

2.    Dana zanyar û amarên hûr ji bo Wezareta Koç û Koçberan ji aliyê Parêzgeha Neynawayê û Sindoqa Avedankirina Şingalê û Deşta Neynawayê ve di derhqa hejmara wan malbatên aware yên Şingalê de ku bi taybetî li kempan akincî ne, bi merema wergirtina feydeyî ji wan zanyar û amaran ji berhevkirina dîzayn û çêkirina civaka akincîbûnê û diyarkirina hejmara yekîneyên akincîbûna hejî ku pêdivî ye jê re bên dabînkirin.

3.    Bicihanîna biryara hejmar 24043 ya sala 2024ê ya Civata Wezîran ji aliyê her yek ji Qayimqamîtiya Neynawayê, Sindoqa Avedankirina Şingalê û Deşta Neynawayê û Sindoqa Avedankirina Deverên ji Terorê Rizgarkirî, ku girêdayî damezrandina civaka akincîbûnê li ser wan her du parçeyên erdî û terxankirina darayî ku di çarçoveya qanûna budceya giştî ya federalî ya 13ê ya sala 2023ê de bedrest e.