Doza Roboskiyê dîsa ket rojeva Tirkiyê

Herwiha malbatên Roboskiyê yên ku ji bo hewldanê li Enqereyê ne dixwazin ku di zûtirîn katê de dewlet ji wan lêborînê bixwaze û wan sûcdaran derxe pêşberî dadgehê û ceza bike.
kurdistan24.net

K24-Navenda nûçeyan

Li Tirkiyê piştî hewla darbeyê Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ragihandibû ku ew doza Roboskiyê dikare ji nû ve were rojevê. Li ser vê yekê malbatên Roboskiyê li Enqerê dest bi hewladanên xwe kirin û serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dan.

Di encama bombebarana balafirên şer yên Artêşa Tirkiyê dedi 28ê Berfenbara 2011an deli Roboskiyê 34 kesancanê xwe ji dest dabû. Di ser vê bûyerê re 56 meh derbas bûn lêhîna jî tû kes ji ber vê tevkujiyê nehate cezakirin.

Dozgerê dadgeha leşkerî derbarê doza Roboskiyê de biryar wergirt ku artêş di vê bûyerê de ne sucdar e û doz asê kir.Malbatan ji bo nerazîbûna vê biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da, lê belê vê carê jî dadgehê bi hinceta ku belge kêm in, ev daxwaza malbatan red kir.

Ligel hemû van rûdanên neyînî jî malbatên Roboskiyê dev ji têkoşîna xwe ya adaletê bernedan. Herî dawîn di rojên borî de parêzeran li ser navê malbatên Roboskiyê careke din ku ji 281 kesan pêk tê serî li Dageha Mafên Mirovan a Ewropayê dan. Me jî li ser doza Roboskî û cezanekirina kesên ji tevkujiyê berpirsiyar mîkrofona xwe dirêjî dayika Selmanê 22 salî ku di wê bûyerê de canê xwe ji dest dabû, Semîre Encu kir.

Diya Selman Encu Semîre Encu wiha got:"Pênc sal bû em têkoşîna xwe berdewamdikin. Komkujiya mezin li ser Roboskiyê hat kirin. Ew nayênjibîrkirin. Ew roj komkujî çêbû heta vê rojê ferq lê nîne. Em her pênçşem diçin goristanê, lê ew jî li me qedexe kirin.Em ji dewletê natirsin."

Ne tenê malbatên Roboskiyê komale, dam û dezgehên civakî jîdoza Roboskiyê ji nêzîk ve dişopînin.Komele diyar dikin ku her çiqasrayedarên hikûmetê li ser ji nûve destpêkirina prosesa darizandinê ya Roboskiyê daxuyaniyan ragihînin jî, ew ji vê yekê zêde ne hêvîdarin. Dam û dezgehên civakî jî dibêjin; ev pênc salin ku ji aliyê dewlet û Arteşa Tirkiyê ve zordariyeke mezin li ser wan malbatên Roboskiyê tê kirin. Lewre dema ev proses wisa berdewam bike, ew dê nikaribin tu encaman bi dest bixin.

Rayedara Komaleya HÊVÎ-DER Nurcan Aktay jî wiha axifî:"Li ser doza Roboskiyê Berat Albayrak tiştekî baş got. Lê mixabin em ne hêvîdar in.Ji aliyê dewletê ve tê gotin ev operasyon operasyonekebê guneh e.Ji aliyê Dadgeha Bilind û Dageha Leşkerî ve doz hate girtin. Teqez biryareke siyasî hewce ye."

Ligel dam û dezgehên civakî malbatên Roboskiyê jî di her fersendê de diyar dikin ew dê tû caran heta encamekê ji vê dozê bi dest nexin wê ji ser vê rêya xwe ya daxwazkirina edaletê venegerin. Herwiha malbatên Roboskiyê yên ku ji bo hewldanê li Enqereyê ne dixwazin ku di zûtirîn katê de dewlet ji wan lêborînê bixwaze û wan sûcdaran derxe pêşberî dadgehê û ceza bike.