“Pêşeroja Sûriyê ne diyar e”

Operasyona Cerablusê ya ku Tirkiyê li ser axa Suriyê pêk aniye, di nav pisporan de bûye mijara gengeşiyê û li gor pisporan polîtîkayên Rûsya,Tirkiye û Îranê nêzîkî hevdû bûne lê hêj ne diyare pêşeroja Suriyê dê çawa be.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/59753057-6bcc-44d1-93f4-e0e3303d666c/DengvedanaOperasyonaCerbaluse.ism/manifest

K24 – Stenbol

Operasyona Cerablusê ya ku Tirkiyê li ser axa Suriyê pêk aniye, di nav pisporan de bûye mijara gengeşiyê û li gor  pisporan polîtîkayên Rûsya,Tirkiye û Îranê nêzîkî hevdû bûne lê hêj ne diyare pêşeroja Suriyê dê çawa be.

Piştî ku Tirkiyê li gel Rûsyayê pêwendiyên xwe baş kirin û polîtîkayên xwe yên li ser herêmê guherand, ji bo  Sûriyê ku ve 5 sal in şer lê berdewam e hêvîyên çareserîyê zêdebûn.

Li gor pisporan polîtîkayên Rûsya, Îran û Tirkiyê li ser pêşeroja Sûriyê nêzîkî hev û du bûne. Ji ber wê li dijî operasyona Cerablusê bertekên tund derneketine.

Pisporê polîtîkayên derve Abdullah Kiran di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: “Tirkiyê pêşiya vê operasyonê li gel Rûsya û Îranê heta ku  dibe ligel rejîma Esad jî hevdîtin kiribe. Ev operasyon li ser lihevhatina Tirkiyê li gel aktorên giring hatiye destpê kirin.”

Li gor Pisporê polîtîkayên derve Prof. Abdullah Kiran ku beşdarî hevdîtinekê li ge K24ê bûye, êdî ji vî wextî û pêve Sûriye nikare bimîne yek parçe û  ji aliyê kesêkê ve bê rêvebirin. Kiran got jî: “Beşar Esed dê bibe serokê dawî yê Sûriyê. Ji vî wextî û pêve ne Elewî ne jî Sunnî qebûl nakin desthilatiyek li ser wan hebe. Kurd jî desthilatiyekê li ser xwe qebûl nakin. Têne yek çareserî heye ew jî federalîzme.”

Li gor Pisporê polîtîkayên derve Prof . Mensur Akgun operasyona Cerablusê ne tenê li dijî DAIŞê ye, li dijî YPG ye û radigihîne ku, hemû hêzên herêmî û navnetewî li dijî dewleteka Kurdan ya Suriyeyê ne.

Akgun got: “Ji axaftinên Joe Biden yên li Enqereyê jî tê dîtin ku, kes naxwaze PYD li Sûriyê dewletekê ava bike. Rûsya jî naxwaze û ji xwe Sûriyê li dijî wê bû. Ji şerê Hesekê jî ev diyar bû. Îranê jî ragihand ew rewşeke wiha qebûl nakin. Bi kurtasî ev ne kêşeyeka  ku tenê Tirkiye rê li ber bigire''

Polîtîkayên herêmî û navnetewî her ku diçe nêzîktirî hevdu dibe .Lê hê jî nayê zanîn pêşeroja Suriyeyê dê çawa be.