Penaberên li Hesekê bo Kurdistan û Iraqê tên veguhestin
K24-Navenda Nûçeyan
li gor rêkeftinekê di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de, biryar e îro penaberên Iraqê yên li kampa El-Hol ser bi parêzgeha Hesekê ve werin veguhestin bo Herêma Kurdistanê û ji wir ber bi navçeyên xwe li parêzgeha Selahidîn ve biçin.
Perlementar Zahid Mihemd Sultan El- Xatûnî di daxuyaniyekê de ragehand ku, Wezareta Koç û koçberan a Iraqê ragehand ku, pêngavên veguhestina derbiderên Iraqê ji kampa El-Hol li parêzgeha Hesekê bi dawî hatine û biryar e îro, ew penaber werin veguhestin û derbasî Herêma Kurdistanê bibin, piştre wezareta Koç û koçberan dê wan penaberan ber bi parêzgeha Selahiedîn ve bibin.
Ji aliyê xwe ve jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de duh ragehadn ku, penaberên kampa El-Hol ê di navbera Iraq û Sûriyê de ku, piraniya wan ji xelkê Mûsilê ne lêkolên li ser navên wan were kirin, wê derbasî Kurdistanê bibin û piştre bên veguheztin bo navçeyên Iraqî.
Li gor UNHCR di kampa El-Hol a ser bi parêzgeha Hesekê de zêdeyî 4 hezar penaberên Iraqî di rewşeke xirab de dijîn, NY pêşbînî dike ku, piştî operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê 50 hezar welatiyên wî bajarî penaberî Sûriyê bibin.