Toner: YPG li rojhilatê çemê Feratê ye

K24 – Navenda Nûçeyan Wezareta Derve ya Amerîkayê têkeziyê li ser vekişandina YPGê bo rojhelatê çemê Feratê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîkayê têkeziyê li ser vekişandina YPGê bo rojhelatê çemê Feratê dike.

Berdevkê Wezareta derve yê Amerîkayê Mark Toner eşkere kir, ku hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bajarokê Minbicê bicîh hêştine. Niha li aliyê rojhilatê çemê Feratê ne û bi temamî pabendî bi rêkeftinê re dikin.

Toner got jî, serdana Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antonî Blînkin û Nûnerê Obama yê di Hevpeymaniya Navdewletî ya şerê dijî DAIŞê Brett McGurk bo Tirkiyê, bi mebesta piştrastbûnê ye, ji rûdana her aloziyekê di navbera artêşa Tirk û hêzên Kurdî de li bakurê Sûriyê.