ENKS: Xwepêşandanek li dijî girtina siyasetmedaran
K24 – Qamişlo
Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryara xwepêşandanekê li Qamişlo li dijî girtina siyasetmedaran dide.
Endamê Emîndariya ENKSê Mihsin Tahir ragihand, biryar hatiye standin ku roja Înê 30ê vê Îlonê xwepêşandanek li dijî girtina endam û serkirdeyên ENKSê ji aliyê Asayişa Rojava ve, li taxa Enteriyê bi rê ve here.
ENKSê, Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê jî kir, ENKSê dê bi hemû awayên aştiyane kar bike, ta hemû hevalên wan serbest bêne berdan.