Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Barzanî gihêşt Bexdayê
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê ragihand, berî bîstekê şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî gihêşte Bexdayê.
Peyamnêrê K24ê got jî, yekem hevdîtin û civînên şanda Herêma Kurdistanê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî encam dide.
Şandeke pilebilind ji aliyên siyasî bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî serdana Bexdayê dikin, operesyona kontrolkirina Mûsilê û pirsa serxwebûna Kurdistanê jî babetên sereke yên civînên di navbera şanda Herêma Kurdistanê û Bexdayê ne.