Heseke.. Diyardeya karkirina zarokan
K24 – Heseke
Diyardeya zarokên karker li bajarê Hesekê bi awayekî bilind belav bûye, tevahiya van zarokan dev ji xwendina xwe berdane, û li navenda çaksaza otombîlan kar dikin. Zarok dibêjin ew hatine bo alîkariyê bi malbatên xwe re bikin, ji ber ku kereste buha ne û mûçeyên bavên wan têra jiyana wan nakin.