PAK’ê banga xwedîderketina weşanên Kurdî li gel kir

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), li hember biryara Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RUTUK) ya rawestandina hejmareke kenalên Televîzyonên bi Kurdî weşanê dikin, bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAK’ê ve hat dayîn de, tê amajekirin ku biryara rawestandina weşanên Kurdî, nîşaneya çavnebariya cudakariyan e.

K24 – Diyarbekir

Kenalên Jiyan TV, Zarok TV, TV 10, Dengê Jiyanê, (Hayatın Sesi) Denge TV, Azadî TV, Van TV û hin kenalên din ên ku weşanên xwe bi Kurdî dikirin, di çarçoveya Biryarên bi Hukmê Zagonî de ji aliyê RUTUK’a Tirkiyeyê ve ji TURKSAT’ê hatin derxistin.

Rêveberên PAK’ê bi navbeynkariya daxuyaniyê dan zanîn ku, ev 90 sal in Dewleta Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan rêyên siyasete bi kar nehanîne û her tim bi pêkanînên derbeyî nêzîkî Kurd û Kurdistaniyan bûye.

Rêvebirên partiyê bangewaziya gel kir û xwest ku nerazîbûna pêkanînên dijdemokratîk, li qadan bibersivînin.