Li Şirnexê cerdevanek hate kuştin 2 leşker jî birîndar bûn
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Şirnexê cerdevanek hate kuştin 2 leşker jî birîndar bûn.
Îro, danê sibê li ser rêya Şirnex û Dihê bombeya hatibû bicihkirin ji dûr ve hate teqandin. Di encamê de cerdevanek canê xwe ji dest da 2 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin rakirin.
Piştî bûyerê riya Şirnex û Dihê ji hatin û çûyînê re hate girtin û hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê dest bi operasyonek berfireh kirin.