Nadya ji Merkel dixwaze karesata Êzidiyan bi jenosid binase

Balyoza Netewên Yekgirtî ya Niyazpakiyê Nadya Murad daxwaz ji Şêwirmenda Almanya dike, ku tawanên di dermafên Kurdên Êzidî de bi jenosid binase.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyoza Netewên Yekgirtî ya Niyazpakiyê Nadya Murad daxwaz ji Şêwirmenda Almanya dike, ku tawanên di dermafên Kurdên Êzidî de bi jenosid binase.

Ev daxwaza Nadya Murad piştî wê yekê hat, ku îro Şêwirmenda Almanya Angela Merkel pêşwaziya Balyoza NY ya Niyazpakiyê Nadya Murad kir, Nadya Murad jî spasiya Merkel kir, ji ber ku Almanya alîkariya Kurdên Êzidî kiribû.

Di wê hevdîtinê de, rojnamevana Almanyî ya ji regeza Kurd Dozen Tekal bi Nadya Murad re amade bûbû. Dozen Tekal ku ji destpêka rizgarbûna Nadya ji destê çekdarên DAIŞê ve roleke wê girîng ji Nadya re hebûye, heta gihêştiye vê astê û bibe Balyoza NY ya Niyazpakiyê.

Nadya Murad li Almanya mafê penabertiyê wergirtiye û li bajarê Stuttgartê dijî.