Termê zarokeke 4 salî piştî 3 rojan hate dîtin

Termê zaroka 4 salî Leyan Hisên Fatimê li nexweşxaneya Niştimanî li bajarê Qamişlo hate dîtin, piştî ku hatibû belavkirin ku Leyan Hisên Fatimê ji roja teqîna Hesekê ve windayî ye.

K24 – Qamişlo

Termê zaroka 4 salî Leyan Hisên Fatimê li nexweşxaneya Niştimanî li bajarê Qamişlo hate dîtin, piştî ku hatibû belavkirin ku Leyan Hisên Fatimê ji roja teqîna Hesekê ve windayî ye.

Roja 3 Cotmehê li Hesekê xwekujekî xwe di hola şahiyan ya bi navê Senabil de teqand, ku di encamê de li gor ku Seroka Desteya Tenduristiyê Ebîr Hesaf ji K24ê re ragihandiye ku 34 kes şehîd bûn û bêhtir ji 90 kesî jî birîndar bûbûn.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand ku, îro termê zarokeke 4 salî (Leyan Hisên Fatimê) li nexweşxaneya Niştimanî ya Qamişlo hate dîtin.

Li gor ku xwediyê zarokê ji peyamnêrê K24ê re diyar kirine, ku zaroka wan di teqînê de birîndar bûbû û wan keça xwe bo nexweşxaneya Hikmê ya Hesekê veguhastibûn. Herwiha ji wê rojê ve jî keça wan hatibû windakirin. îro termê zaroka wan li nexweşxaneya Niştimanî ya Qamişlo hate dîtin.

Herwiha li gor xwediyê zarokê jî, ku eger heye termê zaroka wan ya 4 salî ji nexweşxaneya Hikmê ya li Hesekê bo nexweşxaneya Niştimanî ya li Qamişlo hatibe veguhastin, bêyî ku rêveberiya nexweşxaneya Hikmê wan agahdar bikin.