Rola Karta Taybet bo pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê

Bi bilindbûna girîngiya Karta Taybet bo aborî û krîza darayî ya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurditanê û pêkhateyên Karta Taybet bi hev re hewla dîtina çareyekê bo çawaniya perepêdana wê kartê didin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi bilindbûna girîngiya Karta Taybet bo aborî û krîza darayî ya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurditanê û pêkhateyên Karta Taybet bi hev re hewla dîtina çareyekê bo çawaniya perepêdana wê kartê didin.

Kenala K24ê wek dezgeheke ragihandinê rola xwe di vî warî de digire û sponseriya mezintirîn konferansa taybet bo pêşxistina karta taybet li Herêma Kurdistanê dike û dibe pireyek di navbera beşdarên konferansê û welatiyên Kurdistanê, ku biryardarên karta taybet û karta giştî beşdarî vê konferansê dibin.

Îro danê sibê, konferansa taybet bi “Rola Karta Taybet bo Pêşxistina Aboriya Herêma Kurdistanê” bi sponseriya K24ê li Hola Seid Ebdulah li Hewlêrê dest pê kir, beşdarên konferansê jî nêrîn û têgihêştinên xwe derbarê çawaniya pêşxistinê vê kartê li Herêma Kurdistanê pêşkêş dikin.

Beşdarên konferansê amaje bi pêwîstiya peyrewkirina sîstema nû ya cîhanê bo aboriya Herêma Kurdistanê kirin. Her wek Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zilmay Xelîl Zade nebûna sîstemeke pêşkeftî ya bank û darayîyê, bi pirsgirêka sereke ya Herêma Kurdistanê zanî û dawaza şefafiyetê di siyasetên Herêma Kurdistanê bo karta taybet de kir, da ku sermiyandar dilniya û sermiyanên xwe li Herêma Kurdistanê bikar bînin.

K24ê bi awayekî zindî veguhastina vê konferansê dike û wek dezgeheke ragihandinê xwe dike, da ku bibe beşeke girîng ji pêşxistin û berferehkirina karta taybet li Herêma Kurdistanê. Bi taybetî piştî ku karta giştî rastî krîzeke darayî hat.

Her wek Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotara xwe de got, girîngiya karta taybet di krîzan de diyar dibe, ku di vê demê de Herêma Kurdistanê ji ber birîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, şerê DAIŞê, hatina zêdetirî 1.8 milyon penaber û daketina nirxê petrolê, du caran krîz tund kirye, lê karta taybet nehêşt jiyan raweste, ku niha jiyana sedan malbat dabîn dike.