Li Enqerê merasîma bibîranîna 102 qurbaniyên teqînê

Li paytexta Tirkiyê Enqerê, merasîma bibîranîna 102 kesên ku par li Gara Enqerê di encamê êrişa 2 xwekujên DAIŞ de canê xwe ji dest dabûn hat darxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li paytexta Tirkiyê Enqerê, merasîma bibîranîna 102 kesên ku par li Gara Enqerê di encamê êrişa 2 xwekujên DAIŞ de canê xwe ji dest dabûn hat darxistin.

Hevserokên HDP'ê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û gelek parlamenterên HDP û CHPê beşdarî merasîmê bûn.

Demîrtaş di merasîmê de axaftineke kurt kir û got, li pêş bîranîna wan bi hurmet û minetê bejna xwe ditewînin

Hêzên ewlekariya Tirkiyê, bo gazên rondikrêj û ava bizext êriş li girseya ku bi dirûşm û pankartan ber bi garê ve meşiyan kirin. Di encamê de gelek kes hatin binçavkirin û polîsan ji bilî parlamenter û kesûkarên qurbaniyan, kesên din ji deverê dûr xistin.

10'ê Cotmeha par li Gara Enqerê, HDP, DÎSK û KESK'ê bi navê "Bloka Ked û Aştiyê" mitîngek dar xist. Du xwekujên DAIŞ di nav mîtîngê de xwe teqandin û di encamê de 107 kesan canê xwe ji dest dan û ji 500'ê zêdetir kes jî birindar bûn.