Bo Sûriyê Rûsya bi Amerîka û 2 welatên din re dicive

Wezîreta Derve yê Rûsyayê radigihîne, derbarê Sûriyê de welatê wî, Amerîka, Siûdiye û Tirkiyê ve li Siwêsrayê dicivin.

Wezîreta Derve yê Rûsyayê radigihîne, derbarê Sûriyê de welatê wî, Amerîka, Siûdiye û Tirkiyê ve li Siwêsrayê dicivin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew ligel hevşanên xwe yên Amerîka, Siûdiye û Tirkiyê ve derbarê dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re û bi taybet ji bajarê Helebê re, roja 15 Cotmehê li Siwêsrayê dicivin.

Ji 22 meha bûrî rêjîma Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê, li taxên rojhilatê Helebê dest bi êrîşê kiriye, ku heta niha li gor amarên derdikevin bêhtir ji 400 kesî hatine kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûne.

Ev civîn piştî wê yekê tê ku, roja 8 Cotmehê Rûsya karta “Veto” li dijî projeya Fransî ya derbarê krîza Sûriyê de di Encûmena Asayişa Navdewletî de bikar anî. Vetoya Rûsyayê jî gelek nerazîbûn ji aliyê Amerîka û welatên Ewropayê li pişt xwe anî.