Tirkiye şandekê dişîne Şamê

Hikûmeta Tirkiyê di çend rojên bê de şandekê dişîne Şamê Paytexta Sûriyê û ligel rêjîma Beşar Esed danûstandinan encam dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê di çend rojên bê de şandekê dişîne Şamê Paytexta Sûriyê û ligel rêjîma Beşar Esed danûstandinan encam dide.

Rojnameya “Aydinlik” ya Tirkî li ser zarê jêderekî dîplomasî belav kir, ku Tirkiyê di 4 – 5 rojên bê de bi mebesta danûstandinan ligel rêjîma Sûriyê bike, şandekê dişîne Şamê.

Rojnameyê nivîsiye, şandina wê şandê ji aliyê Tirkiyê ve, guhartineke balkêş e derbarê siyaseta Sûriyê de ye, bi taybet piştî ku çend sal in Tirkiyê daxwaza rûxandina Serokê Sûriyê Beşar Esed dikir.

Herwiha wê rojnameyê amaje bi wê yekê kiriye jî, ku guhartin piştî wê yekê tê, ku di çarçoveya kongreya  Enerjiya Cîhanê li Stanbolê de Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ligel Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn civiya.

Her di wî warî de, jêderekî berpirs ji AK Partiyê ew nûçe red nekir û ragihand, di çarçoveya rewşa giştî de encamdana karekî wiha, tiştekî sirûştî ye.

Tê zanîn di vê derbarê de, Wezareta Derve ya Tirkiyê heta niha bi fermî ew nûçe ne piştrast, ne jî red nekiriye.

Di dema borî de, hejmarek ji çavkaniyên medyayî aşkere kiribûn ku, Tirkiye û Sûriyê bi navbênkariya Cezaîrê bi niyaz in li paytexta wî welatî bicivin, bo wê mebestê jî bi pêwîstî zanîn ku Îran jî beşdar bibe û rêkeftineke nû ya Cezaîrê wek rêkeftina di navbera Şahê Îranê û Sedam Hisên îmze bikin, bo têkbirina destkeftên Kurdên Rojavayê Kurdistanê.