“Bi rizgarkirina Mûsilê re komek pirsgirêk derdikevin holê”

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civînekê ligel Cîgira Nûnerê Amerîka li Iraqê Steffany Williams ragihand, dema Mûsil bê rizgarkirin, komek pirsgirêk derdikevin holê, ji ber wê yekê dive rêkeftineke siyasî di navbera pêkhateyan de li ser birêvebirina Mûsilê çê bibe, berî destpêkirina operesyona rizgarkirina wî bajarî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Barzanî ragihand jî, çareserkirina pirsgirêkan û cudahiyên netewî, olî û siyasî li Iraq, bi pêwîstî dizanin û dupat dikin ku, berî destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê, divê rêkeftineke siyasî li ser birêvebirina wî bajarî di qonaxa piştî DAIŞê hebe.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tevî amajekirina bi pêwîstiyên leşkerî yên hêza Pêşmerge ragihand jî, bi destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê, hejmareke mezin ji koçberan dê bîne Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Cîgira Nûnerê Amerîka li Iraqê Steffany Williams amaje bi amadekariyên mirovî kir û ragihand, bi Netewên Yekgirtî û rêxistinên mirovî re li ser hêlê ne û amadekariyên baş dikin.