Topxaneya Tirkiyê gundên Efrînê topbaran dike

Topxaneya artêşa Tirkiyê ji şeva borî ve gundên Efrînê yên sînorî li navçeya Cindirêsê ydide ber topan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Topxaneya artêşa Tirkiyê ji şeva borî ve gundên Efrînê yên sînorî li navçeya Cindirêsê ydide ber topan.

Welatiyên navçeya Cindirêsê ji K24ê re ragihandin, Topxaneya artêşa Tirkiyê ji şeva borî ve gundên Efrînê yên navçeya Cindirêsê (Hemam, Dêr Belût, Mile Xelîl, Merwanê) topbaran dike.

Her li gor çalakvanan, ku topbaran het vê sibehê berdewam e, lê ti zanyariyên zelal derbarê ziyanên canî û qurbaniyan nehatine bidestxistin.

Ji aliyê xwe ve, welatiyê Efrînê dan zanîn ku mizgeftên Efrînê banga xwebexşandina xwînê dikin, ji ber ku kêmbûna xwînê li nexweşxaneyên Efrînê heye.

Ji aliyekî din ve, ji ber 3 rojan ve, artêşa Tirkiyê bi hezaran darên zeytûnê li navçeya Reco hildike û dîwarekî li ser sînorê Efrîn û Bakurê Kurdistanê de ava dike.