Siûdiyê amadebûna xwe di operasyona Reqayê de ragehand

Erbistana Siûdiyê yek ji welatên Hevpeymaniya Navdewletî ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Erebistana Siûdiyê lîwa Ehmed Isêr ragehand ku, welatê wî amadeye beşdariyê di Operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê de ji destê çekdarên DAIŞê bike.

Derbarê vê yekê Berdevkê Hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Erebistana Siûdiyê lîwa Ehmed Isêr bo kenala El-Erebiye re ragehand ku, welatê wî bi beşdariya şerê li dijî DAIŞê li Iraqê û Sûriyê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî pabende.

Isêr tekez kir ku, welatê wî amadeye beşdariyê di Operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê de bike bi riya firokeyên xwe, herwiha bi piştgiriya hêzên navxweyî yên Sûrî  jî li ser erdê .

Erbistana Siûdiyê yek ji welatên Hevpeymaniya Navdewletî ye.

Amadebûna Siûdiyê di operasyona Reqayê de di demekê de tê ku, Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Ashton Karter ragehandibû ku, ew operasyon nêzîk wê destpê bike.