Yeldirim:Emê ligel MHP sîstema serokatiyê cîbicî bikin
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim da xuyakirin, ewê bi Partiya Tevgera Neteweperest MHP re destûrê biguherînin û sîstema serokatî li Tirkiyê cîbicî bikin.
Yildirim li bajarê Trabzonê piştî serdana parêzgariyê di mîtîngeke girseyî de axivî û got ku, parlamenterên HDP digotin em dadgehên we nasnakin û îfade nadin, niha îfadeya xwe dan û dersa xwe jî girtin.
Yildirim da xuyakirin ku, Tirkiye rêya xwe diyar kiriye û biryara xwe daye û Ewropa nikare dersa rêzbendiya yasayan bide wan.Herwiha got ku, bi Serokê MHP Dewlet Bahçelî re lihevhatine ku, destûrê biguherînin û sîstema serokatî bicîh bikin.