4 Pêşmergeyên Rojava şehîdan bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Çar Pêşmergeyên Leşkerên Roj îro di bûyereke trafîkê de li nêzîkî bendava Mûsilê şehîd bûn.
Peyamnêrê K24ê re ragihand, îro otombîleke Pêşmergeyên Rojava ”Leşkerên Roj” li nêzîkî gundê Til Edis li nêzîkî bendava Mûsilê rastî bûyereke trafîkê dibe, di encamê de 4 Pêşmerge şehîd dibin.
Li gor Peyamnêrê K24ê, ku ew her çar Pêşmergeyên şehîd ser bi Lîwaya yekem ya hêza Leşkerên Roj in û navê wan Pêşmergeyan wiha ne, Mulazim Yekem Sîpan Yûsif Sîno, Mulazim Mewlûd Riyad Ehmed, Mulazim Etûf Tahir û Erîf Kamîran Hiso ne.
Hêza Pêşmergeyên Rojava “Leşkerên Roj” di 8 Adara sala 2012an li Başûrê Kurdistanê hate damezrandin û heya niha bêhtirî ji 40 şehîdî di şerê li dijî DAIŞê li Başûrê Kurdistanê dane.