Ahmed Kaya.. Berî 16 salan koça dawî kir

Hunermendê Kurd Ahmed Kaya, ku di sala 1958an li bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê jidayik bû û ji ber xirabiya jiyanê malbata wî bar kiribû Stanbol, di 16 Mijdara sala 2000 di dema amadekirina bo konsertekê de li Parîsê Paytexta Fransayê koça dawî kir û li goristana Navdarên Parîsê bi xakê hate spartin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunermendê Kurd Ahmed Kaya, ku di sala 1958an li bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê jidayik bû û ji ber xirabiya jiyanê malbata wî bar kiribû Stanbol, di 16 Mijdara sala 2000 di dema amadekirina bo konsertekê de li Parîsê Paytexta Fransayê koça dawî kir û li goristana Navdarên Parîsê bi xakê hate spartin.

Amed Kaya di sala 1985an de biryara tomarkirin û belavkirina yekemîn albuma stranan da, lê ji ber şêwazê stranên wê cuda bûn û naveroka wan jî şoreşgerî bûn, ti dezgeheke hunerî amade nebûn alîkariya wî bikin, lê dest ji hunera xwe berneda û bi hevkariya dost û hevalên xwe yekemîn albuma xwe ya bi nave Megri Biçkul belav kir.