Li Şemzînanê erdhêjek bi dijwariya 3.6 rû da

Di nav xelk de bû sedema tirseke mezin.

K24-Navenda Nûçeyan 

Îro, danê sibê li bakurê Kurdistanê navçeya Şemzînanê erdhêjek bi dijwariya 3.6 rû da.

Li gor lêkolîna Zanîngeha Bogazîçiyê navenda erdhêjê bajarê Colemêrgê, navçeya Şemzînanê, devera Derecikê ye.

Erdhêj 10 kîlometre di bin erdê de rûda ye û dijwariya wê 3.6 e. Di encama erdhêjê de ti mirî an jî birîndarî nebû lê di nav xelk de bû sedema tirseke mezin.