Li Tirkiyê 95 dezgeh û partiyên siyasî xwepêşandanek lidarxistin
K24-Navenda Nûçeyan
Di bin diruşmên "Siyaseta demokratîk naye astengkirin" û bi daxwaza rakirina rewşa awarte li Stenbolê, bi beşdarbûna endamên HDP û CHP û gelek saziyên sivîl xwepêşandanek hat darxistin.
Bi hezaran kes, di pêşengiya Tevgera Hezîranê Yekgirtî de, bi armanca rakirina rewşa awarte û bidawî anîna pêkanînên dijî qanûnê, li navçeya Kartalê xwepêşandan li dar xistin.
95 sazî, dezgeh û partiyên siyasî di meşê de cih girtin. Di destpêkê de bo qurbaniyên êrişên Pirsûsê û Enqerê merasîm hat darxistin.
Xwepêşanderan ragehandin ku, Receb Tayîn Erdogan dixwaze di bin navê sîstema serokatîyê de, sîstema şahiya osmaniyan bîne Tirkiyê û dan xuyakirin, ewê bi hemû hêza xwe dijî vê rawestin.