Deriyê sêyemîn bi Herêma Kurdistanê re tê vekirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Xebatên vekirina sêyemîn deriyê sînorê yê navbera Herêma Kurdistan û Bakurê Kurdistanê ber bi dawî hatin. Deriyê sêyemîn li Rûbaroka Şemzînanê ya Colemêrgê tê vekirin û tê çaverêkirin.
Xebatên çêkirina rêyên deriyê sînorê nû ku li navçeya Şemzînanê gundê Rûbarokê tê çêkirin berdewam dike. Avahiyên deriyê sînorê temam bûn û xebatên rê jî bê navber berdewam dikin.
Şaredarê Rûbarokê Ekrem Çetînkaya ku ji AK Partî hatiye hilbijartin dibêje, şev û roj xebat tê kirin û dixwazin gavek zûtir vê rê biqedînin.
Çetînkaya dide zanîn jî, bi salan e çavê gel di vekirina vê deriyê de ye. Xebat ber bi dawî hatiye, dema derî vebe, dê tevgerek baziraniyek baş bikeve herêmê.