Esed: Rûsya êşûazarên Sûriyan sivik kiriye

Rûsya piştgiriya rejîmê dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed ragehand ku, Rûsya bi arîkar û piştevaniya aborî êşên Sûriyan siv kiriye.

Derbarê vê yekê Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed di hevdîtinekê de ligel şandeke Rûsî bi serokatiya Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran ragehand ku, siyaset û hewlwestên Rûsyayê derbarê terorê cihkî wê weke zilhêzekî nîşandaye.

Esed da zanîn ku, piştevanî û alîkariya Rûsya ji Sûriyê taybet warê aborî di şerê li dijî terorê êşên Sûriyan sivk kirye.

Tê zanîn ku Rûsiya di şerê navxweyî yê li Sûriyê bi hemû awayî piştgirî û alîkariya rejîma Sûriyê li dijî opozîsyona wî welatî dike.