ENKS: Peyama Barzanî pîvaneke niştîmanî ye

Xwepêşandanên nerazîbûnê yên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê ji bo girtiyên siyasî, li dijî Rêveberiya Xweser berdewam dikin û alozî jî di navbera ENKS û TEV-DEMê de kûrtir dibin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwepêşandanên nerazîbûnê yên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê ji bo girtiyên siyasî, li dijî Rêveberiya Xweser berdewam dikin û alozî jî di navbera ENKS û TEV-DEMê de kûrtir dibin.

Piştî Şewtandina ala Kurdistanê û êrîşa li ser bargeh û alîgirên ENKSê li bajarê Amûdê û Qamişlo, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de ragihandibû, kesên ala Kurdistanê şewtandibûn, şermezarî ji bo wan dimîne ku ala Kurdistanê dişewitînin. Herwiha barzanî  spasiya xelkê bajarê Amûdê kir, ku bi bhinferehî û xweragirî ala Kurdistanê diparêzin.

Serokê Nûnertiya ENKSê li Başûrê Kurdistanê jî peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wek pîvaneke niştîmanî dinerxîne û bûyerên li Amûdê jî şîrove dike.

Heya niha bi dehan serkirde, endam û alîgirên ENKSê di zindanên Asayişa Rojava de ne, ENKSê jî tekeziyî li ser berdewamyia lidarxistina xwepêşandan û mîtîngên nerazîbûnê li dijî Rêveberiya Xweser û TEV-DEMê dike.