Kiliçdaroglu tê Diyarbekirê

Serokê Partiya pozisyonê ya Tirkiyeyê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di 6ê Berçele de, dê were Diyarbekirê. Hatiye ragihandin ku Kemal Kiliçdaroglu îro di demjimêr 14:00an de, dê bi firokeyê were Diyarbekirê û beşdarî sersaxiya bavê Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlu bibe.

K24 – Diyarbekir

Kiliçdaroglu piştî ku sersaxî bide malbata Tanrikûlu dê îşev dîsa vegere Anqereyê.

Bavê Sezgîn Tanrikûlu, Fehmî Tanrikûlu, di 3ê Berçele de ku 79 salî bû canê xwe jidest dabû. Teziya wî di 4ê mehê de, li mala teziyê ya Licêyiyan hatibû danîn.