Federasyona Kurdistanê li Swêdê: Ala Pîroz Hilde Jor

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, ku mezintirîn rêxistina Kurd li Swêdê ye û zêdetirî 40 komeleyên Kurd li Swêdê digre nav xwe, di 17ê Berçile de ku roja Ala Kurdistanê ye, xwepêşandaneke mezin li pêş Parlementoya Swêdê lidar dixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ev xwepêşandan bi dirûşmeya xwedîderketina Ala Kurdistanê û daxwaza rewa ya serxwebûna Kurdistanê di bin navê: ”Serxwebûn li ber derî ye! Ala Pîroz Hilde Jor!“ pêk tê.