Mcgurk :Çaverêne destpêka sala nû Mûsil rizgar bibe

Mcgurk da zanîn ku, operasyona rizgarkirina Mûsilê ligor pilana xwe bi rêve diçe.

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê Serokê amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî de Brett Mcgurk ragehand ku, operasyona rizgarkirina Mûsilê li gor pilana jêre hatîdayîn bi rê ve diçe û da zanîn ku, ew çaverêdikin bi hatina sala nû ew bajar bi temamî rizgar bibe.

Derbarê vê babetê Nûnerê Serokê amerîkayê Barak Obama di hevpeymaniya navdewletî de Brett Mcgurk di kongreyeke rojnamevanî de li Koşka Spî ragehand ku, çekdarên DAIŞê li nava bajarê Mûsilê dûrpêçkirîne û nikarin ti alîkariyên leşkerî ji Sûriyê werbigrin.

Mcgurk da zanîn ku, operasyona rizgarkirina Mûsilê ligor pilana xwe bi rêve diçe, aşkere kir ku, ew çaverêdikin di destpêka sala nû bajarê Mûsilê bi temamî hatibe rizgarkirin.

Di 17ê Çireya yekem de Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge dest bi operasyonas rizgarkirina Mûsilê kirin.