AK Partî û HDP serdana Merkelê nirxandin

AK Partî û HDPê serdana Angela Merkel ya bo Tirkiyê nirxandin. Li gorî AK Partiyê Almanya dixwaze Trump bide pişta xwe û wisa bi Tirkiyê re têkîliyê saz bike. Li gorî HDPê jî Merkel di siyaseta navneteweyî de tengijiye, loma serdana Tikiyê kiriye.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

AK Partî û HDPê serdana Angela Merkel ya bo Tirkiyê nirxandin. Li gorî AK Partiyê Almanya dixwaze Trump bide pişta xwe û wisa bi Tirkiyê re têkîliyê saz bike. Li gorî HDPê jî Merkel di siyaseta navneteweyî de tengijiye, loma serdana Tikiyê kiriye. 

Parlamenterê AK Partiyê û Endamê Komîsyona Polîtîkayên Derveyê Hikûmetê Azmî Ekîncî li ser serdana Tirkiyê ya Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel ragihand ku, welatên Ewropayê beyî Tirkiyê nikarin li Rojhilata Navîn bicih bibin, loma ew rastî dîtine û bi Tirkiyê re dikevine pêwendiyê.

Ekîncî got: Beriya Merkel Serokwezîra Îngilîstanê hate Tirkiyê. Beriya ku em wan xalên referandûmê di parlamentoyê re derbas bikin, em li bendeyî rûdaneke bi vî rengî bûn. Me digot; piştî derbasbûna wan xalan wê welatên rojava tev bigerin, da ku bi Tirkiyê bikevin pêwendiyê. Ew jî disekinîn ka gelo ev hikûmet dikare van xalan debas bike yan na? 

Ezmî wiha ji K24ê re axivî: "Piştî xalên destûrê derbas bû, hem Teresa Mey hem jî Merkel ketin pêşpaziyê, lê herdu jî dixwazin ku Trump jî bidin pişta xwe û wisa bi Tirkiyê re têkîliyan saz bikin. Piştî ku di referandûmê de em bi ser ketin, wê ew werin Tirkiyê em ê neçin. Ji 15ê Tîrmehê heta niha em rexneyên xwe li Ewropa û Amerîkayê dikin, ev helwesta me naguhere. Ev hevdîtin tê wateya ku rojava beyî Tirkiyê nikare hebûna xwe biparêze. Îcar welatên rojava pê dizanin ku beyî Tirkiyê nikarin biçin ti cihan."

Parlamenterê HDPê Muslum Dogan jî nêzîk daxuynaiyên Ekîncî diyar kir ku, hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê prosesa penaberan ve destê Merkel tengav ketiye. Li ser hevdîna Merkel ya bi HDPê re jî got; HDP dixwaze prosesa demokratîk careke din ji nû ve bide destpêkirin, Merkel jî divê derbarê de bi awayekî êrênî pêşwazî kiriye ev daxwazên şandeya HDPê. 

Dogan got: "Hatina Birêz Merkel ya Tirkiyê dide nîşan ku di qada navneteweyî ji aliyê siyasî ve gelekî tengavketiye. Hatina Merkel ya di vê serdema Rewşa Awarte de destnîşan dike, ku di ware peymana penaberan de kêşe hene. Lê di civîna ku bi partiya me re kir de ew daxuyaniyên Merkel gelekî giring in. Merkel di hevdîtinê de gotiye; Li Tirkiyê herî zêde bi ser HDPê de diçin, HDP hatiye dorpêçkirin, HDP partiye hêzdar ya demokrasiye ye û hêzeke demokratik e. Ev daxuyaniyên ku ji aliyê Şansolyeya Almayayê ve hatine kirin rewşa demokrasiya li Tirkiyê jî radixe ber çavan."

Di serdana Merkel de ji bîlî kêşeya penaberan, derbirina ramana azad û çapemeniya azad de ew mijara Tornadoyan jî hatiye rojevê. Tirkiye dixwaze ku bi rêya tornadoyan dîmenên YPGê ji Almanyayê wergire. Lê Almanya di vî warî de li ber xwe dide kuwan dîmenan nede Tirkiyê.