Çend çekdarên DAIŞ dîl ketin destê hêzên Iraqî

Peyamnêrê K24ê li Mûsilê Huşmend Sadiq ragihand, di operasyona kontrolkirina rojavayê Mûsilê de, îro 2 çekdarên DAIŞê dîl ketin destê hêzên Iraqî.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Mûsilê Huşmend Sadiq ragihand, di operasyona kontrolkirina rojavayê Mûsilê de, îro 2 çekdarên DAIŞê dîl ketin destê hêzên Iraqî.

Peyamnêrê K24ê got jî, piştî kontrolkirina firokxaneya Mûsilê û çend navçeyên din, îro hêzên Iraqî berve taxên rojavayê Mûsilê di pêşveçûnê de ne.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî 19 Sibata 2017an destpêkirina qonaxeke din ya operasyona Mûsilê bo kontrolkirina rojavayê Mûsilê ragihand.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê di 17 Cotmeha 2016an de bi beşdariya hêzên Iraqî û Kurd dest pê kir, piştî ku beşeke mezin ji navçeyên derdora Mûsilê ji aliyê Pêşmerge ve hatin rizgarkirin û piştî 3 mehan ji operasyonê Dijetrora Iraqê kontrolkirina rojhilatê Mûsilê ragihand.