Tuneleke DAIŞê bi dirêjehiya 2 K.M li Mûsilê hate dîtin

Bingeheke leşkerî ya çekdarên DAIŞê bi dirêjahiya zêdetir ji 2 K.M, ji alIyê hêzên Îraqî ve li rojavayê Mûsilê hate dîtin, ku di vê bingeha leşkerî ya bi navê “Tedmur” çekdarên DAIŞê û zarokên digel wê de rahênana leşkerî tê de dikirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Mûsil

Bingeheke leşkerî ya çekdarên DAIŞê bi dirêjahiya zêdetir ji 2 K.M, ji alIyê hêzên Îraqî ve li rojavayê Mûsilê hate dîtin, ku di vê bingeha leşkerî ya bi navê “Tedmur” çekdarên DAIŞê û zarokên digel wê de rahênana leşkerî tê de dikirin.

Navenda leşkerî ya çekdarên DAIŞê li rojavayê Mûsilê ya bi navê Tedmûr dirêjahiya wê ji 2 K.M zêdetir e û ji aliyê gundê Bûsêv dest pê dike û digihe aliyê gundê Zengore li rojavayê Mûsilê. Gelek alavên rahênana leşkerî yên cuda lê têne dîtin.

Efserekî Artêşa Iraqê dibêje: “Li ser tevahiya dîwarên vê tonelê ala xwe çê kirine, zarokan fêr dikin ku ew xurt in û dê bimînin li ser rêbaza pêxemberan.”